Freitag, 24.05.2013

Suche im gesamten WDR Web

  • Tipps zur vergrößerten Ansicht
  • Alle WDR E-Mail Adressen von A bis Z
  • Alle WDR Sendungen von A bis Z
  • Inhaltsverzeichnis wdr.de
  • Hilfe
  • Audio


Hauptnavigation Funkhaus Europa


Partnersender


Banner Sendungen


Sie befinden sich hier: > WDR.de > Funkhaus Europa >Sendungen >Bernama Kurdî


Bernama Kurdî

So. 20.00 - 21.00 Uhr

Di sala nû de saetên weşanê yên Bernama Kurdî tên guhertin!

Bernama Kurdî ji 1ê rêbendanê û pê ve her roja Yekşemê êdî navbera 20:00 - 21:00 ê de li ser heman frekansê tê weşandin. Herweha hûn dikarin dubareya weşanan nava heftê li ser Web-Radio guhdarî bikin.


Erê ji bo pêvajoya aşitiyê – lê çi di hundirê wê de ye?

PKK zieht sich zurück; AA

Ji roja ku PKK dest bi vekişîna hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyê kir, hêviyên herkesî – çi kurd be, çi jî tirk be, çi ciwan be, çi pîr be, çi li welêt be, çi jî derveyî welêt be – bo pêkanîna aşitiyê mezintir buye. Lê belê di heman demê de gelek jî meraq dikin, ka piştî vekişînê wê çi bibe? Li roja 18ê gulanê li bajarê Kölnê, Yekîtîya Xwendekarên Kurdistanê yekemîn kongreya xwe ya Ewropayê li dar xist. Hevkarê me Celîl Kaya bi ciwanên kurd di derbarê pêvajoya aşitîyê ya li Bakurê Kurdistanê bi rê ve diçe, peyivî.


Gava bavê esilbiyanî dixwaze bêhtir karê malê bike

Satelittenschüsseln auf einem Dach; picture-alliance / Reinhard Kungel

Bi guhertina civakê îmajên malbatî jî tên guhertin. Her ku diçe bav, nemaze yên ciwan, dixwazin zêdetir dema xwe bidin malbat û zarokên xwe. Heta ew amade ne saetên karê xwe kêmtir bikin, ta ku bêhtir karê malê bikin. Lê di pratîkê de ev bav rastî ecêbmayinê tên. Hele ew bav esilbiyanî bin, hîn zortir e. Kamil Basergan radigihîne.


Vekişîna PKKê dest pê kir

Prof Ilhan Kizilhan; privat

Wekî ku ji alîyê PKKê ve hatibû ragihandin, di 8ê mehê de derketina gêrîlayan a ji axa Tirkîyeyê dest pê kir. Herkes li bendê bû ku Tirkîye dê rojên aram derbas bike lê belê 11ê mehê roja şemîyê li navçeya Reyhanli ya bi ser parêzgeha Hatay a ser sînora Sûrîyeyê, bi du otomobîlên bombebarkirî êrîşek pêk hat ku di encamê de 42 kes hatin kuştin. Ji Zanîngeha Freiburgê Prof. Îlhan Kizilhan rojev ji bo Bernama Kurdî nirxand. Hevkarê me Celîl Kaya jî ji Kurdistanîyên li Almanyayê pirsî ka ew vekişîna PKKê çawa dibînin.


Modela Hilbijartina Hevwelatîyê

Deutscher und türkischer Pass; pa/ZB

Qanûna nû ya Hevwelatîyê di sala 2000ê de ket merîyetê. Li gor vê qanûnê divê zarokên malbatên koçber berî ku bibin 23 salî ji hevwelatîya dê û bavên xwe û hevwelatîya almanî de yekê hilbijêrin. Li gor daneyên fermî di dawîya sala 2011ê de 2 hezar û 369 kesan hevwelatîya almanî 372 kes jî hevwelatîya xwe ya eslî hilbijart. Zêdeyî ji sedî 90ê wan jî bi eslê xwe ji Tirkîyeyê bûn. Îsal jî 3 hezar û 316 zarokên koçber dibin 23 salî. Hevkarê me Celîl Kaya amade kir:


Dehsalîya Skype

Ein Headset hängt vor einem Monitor mit dem Skype-Logo; pa

Bernameya hevpeyvînê Skype bi tenê deh sal in ku di jiyana me de ye. Lê niha nayê bîra mirov ka me berê çi dikir. Hevkara me Aalla Ahmad digel çendîn Kurdistanîyan peyivî ka skype di jiyana wan de çiqas cih digire.

  • Audio: Dehsalîya Skpe
    (05.05.13), 3'27

PKK vedikişe Başûrê Kurdistanê

PKK Demonstration; dpa / picture alliance

Vê heftê çavê cîhanê li Qendîlê bû. Di civîneke çapemenîyê de endamê desteya serokatîyê ya PKKê Murat Karayilan ragihand ku li ser banga Abdullah Öcalan ew dê ji 8ê gulanê û pê ve gêrîlayên xwe vekişînin derveyî Tirkîyeyê. Endamê Lijneya Aqilmendan Muhsîn Kizilkaya dîyar dike ku niha dora dewletê hatîye ku hin gavan bavêje. Kurdistanîyên li Almanyayê jî ji pêvajoyê bi hêvî ne lê belê fikarên wan jî hene.


Memo Gül bû mêvanê Bernama Kurdî

Memo Gül; privat

Stransaz Memo Gül, ku ji komên Amed û Çarnewa tê nasîn, duyemîn albûma xwe derxist. Memo bêhtir berhemên enstrumental çêdike û dibêje mebesta wî ew e ku muzîka enstrumental bi kurdan bide hez kirin. Memo Gül vê heftê mevanê Bernama Kurdî bû.


Hakema Futbolê Zübeyde Duyar

Zübeyde Duyar; privat

Jina Kurd Zübeyde Duyar ev 16 sal in bi awayekî serkeftî hakemtîya futbolê dike. Lê wê huqûq xwendîye û wekî parêzer kar dike. Hevkarê me Seydo Can vê jina Kurd a neasayî dide nas kirin.


Rêzekuştinên NSU - Rêzetêkҫûnên dewletê?

NSU Prozess Türkische Zeitungen; dpa

Tam salek û nîv li ser keşifkirina rêzekuştinên 10 kesan bi destê grûpa neo-nazî NSU derbasbûn. Lê belê ne tenê kêmasiyên dijwar di derbarê lêpirsînan de ji hingî ve derketin holê bûn sedema rexne û lomajên giran. Piştî polês û berpirsiyarên dezgehên lêpirsînê êdî dadgeha München bi xwe jî bûye munasebeta nerazîbûnê. Tevlîheviya ku dadgehê derbarê veqetandina cihan bo ҫapemeniyê kir, heta Karlsruhe jî bi xwe ve mijul kir. Û di ser de jî biryara dadwerên München, ku heman bêje di kêliyê dawî de doza NSU şunde dan, dihêle mirov careke din şaş û matmayî bimîne.


Lijneya Aqilmendan Kom bû

Ministerpräsident Recep Tayyip Erdogan; dapd

Li Tirkîyeyê hêvîyên aştîyê berdewam dikin. Piştî ku PKKê li ser banga Abdullah Öcalan agirbestek ragihand, hin girtîyên doza KCKê jî hatin berdan. Niha vekêşîna gêrîlayan di rojeveyê de ye. Hikûmetê jî lijneyeke aqilmendan, ku ji 63 rewşenbîran pêk tê, ragihand û vê heftê civîna pêşîn digel serokwezîr bi rê ve çû. Hevkarê me Celîl Kaya digel çendîn endamên vê lijneyê peyivî.


Li cem Kurdan hevcînshezî

Hevcînshezî an ku homoseksuel bûn li çendîn welatên cîhanê tê ceza kirin. Li cem Kurdan jî hevcînshezî hîna jî bi gelemperî nayê pejirandin. Kesên hevcinshez tûşî reftarên xerab jî dibin. Hevkarê me Seydo Can bi xortekî Kurd ê hevcînshez re û çendîn Kurdistanîyên din re derbarê vê mijarê de peyivî.


Vekêşîna Gêrîla û Gavên Qanûnî

Kurdisches Neujahrsfest in der Türkei; dpa

Berîya zêdetirî hefteyek bi ser banga serokê dezgîrkirî yê PKKê Abdullan Öcalan derbas bû. Öcalan di banga xwe de daxwaza agirbestê û vekêşîna derveyî sînorên Tirkîyeyê kiribû. Digel nerazîbûnên muxalefetê hikûmeta AKPê jî danûstandinên berdewam dike. Lê belê di vê merheleyê de çareserî dê çawa pêk were? Ji Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Dr. Vahap Coşkun pêvajoyê dinirxîne.


Pîr û Kalên Kurd ên Penaxwaz

Kurdische Flüchtlinge ; dpa

Gelek temenmezinên Kurd, ku ji bo seredanê tên cem meriven xwe yên li Almanyayê, serî penaberîyê didin û li vir dimînin. Hevkarê me Seydo Can digel çendîn malbatan û herweha digel parêzerekî penaberîyê peyivî.


Ji Öcalan Banga Aştîyê

Öcalan ruft zur Waffenruhe auf, Screenshot Tagesschaubericht; Tagessschau

Sersala kurdî li Kurdistanê û li Ewropayê hat pîroz kirin. Banga serokê destgîrkirî yê PKKê Abdullah Öcalan mohra xwe li Newroza 2013ê xist. Öcalan bang li gêrîlayên PKKê kir ku vekêşin derveyî sînoran. Ev yek bû sedema kêfxweşîyê. Lê belê herweha fikar jî tê kirin, ku vekêşîna sala 1999ê dubare bibe.


Deh salîya şerê Iraqê

Der Irakkrieg. 10 Jahre später, Screenshot Tagesschau; Tagessschau

Bi ser mudaxaleya amerîkayê ya li dij Iraqê deh sal bihurîn. Rewşa welêt piştî deh salan çawa ye? Xelk li benda çi bûn û encam çi bûn. Hevkarê me Kamil Basergan radigihîne.


Mit der neuen kostenlosen WDR RadioRecorder-Software können Sie jetzt unsere Sendung aufzeichnen, wenn Sie am Sonntag Abend nicht live zuhören können. Das geht ganz einfach über den Computer. Also: WDR RadioRecorder programmieren und die Sendung hören, wann immer Sie wollen. Hier gibt es weitere Infos zum RadioRecorder. [mehr]


Jetzt im Programm

00.00 bis 02.00 Uhr
World: Wide

HÖREN

PLAYLISTS


Team

Team;Rechte: WDR

Alle Teammitglieder der Sendung Bernama Kurdi finden Sie hier. [mehr]

Unsere Sendungen



Der WDR ist nicht für die Inhalte fremder Seiten verantwortlich, die über einen Link erreicht werden.