Bernama Kurdî
So. 18.00 - 19.00 Uhr
Asoyên Çareserîya Pirsgrêka Kurd a Li Tirkîyeyê
Şer û pevçûn li Kurdistana Tirkîyeyê her berdewam in. Helwêsta hikûmeta AKPê jî li hember partîya kurdî BDP tundtir dibe û BDP jî bersiveke tûj dide AKPê. Gelo ev yek heta kengî weha berdewam bike? Rêya çareserîyê bi rastî jî xitimî ye yan hîna jî hêvî heye? Hevdem, him li Tirkîyeyê û him jî li Ewropayê rexne li BDPê tê girtin çima ku ew di navbera xwe û PKKê de mesafe danayne.
Heta gelek caran serokwezîrê tirk Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku heta ku BDP, PKK wekî terorîst bi nav neke û çalakîyên wê şermezar neke digel wan kombûn pêk nayne. Gelo BDP çima vê yekê nake û heger weha bike jî alîgirên wê dê jê razî bibin? Wekîlê Colemêrgê Adil Kurt, da ku di konferanseke li ser Medyaya kurdî de başdar bibe hat bajarê Köln a Almanyayê, pirsên hevkarê me Celil Kaya bersivandin. Ji bo guhdarî kirin vê hevpeyvînê tika ye girêdana jêrê bitikînin.
Xeyala keçikan: Zemawend
Di dema niha de cîhan weha bi lez diguhere ku herroj tiştekî û derdikeve û kelepûrên nû peyda dibin. Di warê zewac û dawetan de jî ev yek weha ye. Da ku ev alav û derfetên nû yên dawetan werin nasîn fûarên zemawendê jî tên li dar xistin, ku bi hezaran kes, ku amadehîya zewacê dikin, diçin seredanê û ji bo daweta xwe tiştên nû diecibînin. Hevkara me Aalla Ahmad digel kurdekê, ku dike bizewice, çû seredana fûara zemawendê ya li Dormundê. Ji bo guhdarî kirin vê bernameyê tika ye girêdana jêrê bitikînin.
Protest u Xopisandan la Syria bardawamin
Ziatir la 10 manga Xopisandan u Protest la diji rjemi Basar Al-Asad dasti pe kirduwa. Lawmayada Xopisandaran candaha metod u sewaiyan bakarhenawa. Handik acina sar sakam u kucakan, komalek la Internetda calaki akan u handek ba Musik basdari Protestakan akan. Bataybat Kurdaxabatkarakan lau metodai kotayda zor calakin, law barayawa Siruan Hasch-Hussain.
Sala 2012 wekî sala tekosîna li dij cudagerîya ji ber temen ragihand
Pistî gengesîyên dûr û dirêj, di sala 2006ê de li Almanyayê qanûna ''Muameleya Yeksan'' hat qebûl kirin. Mebesta vê qanûnê ew bû, ku bêyî ku li ol, ziman, cînsîyet, meyla cînsî, temen û fikra sîyasî ya kesekî were nihêrtin, her kes li ber qanûnan muameleyeke wekhev bibîne. Lê belê qanûn cudagerîya di jiyana rojane de bi askere destnîsan nake. An ku em bêjin, heger kesek di jiyana xwe ya rojane de ji ber emrê xwe tûsî cudagerîyê were ev yek di qanûnê de bi gotineke solî hatîye terîf kirin. Daîreya Federal a Têkosîna li dij Cudagerîyê, daku bal bikisîne ser cudagerîya ji ber emrê însên, sala 2012 wekî sala tekosîna li dij cudagerîya ji ber temen ragihand. Lê belê ev cudagerîya ji ber emrê însên li kê derê û çawa peyda dike? Roportaja hevkarê me Celîl Kaya.
Piştî vekişîna leşkerên amerîkî kurd bi fikar in
Piştî rûxana rejîma Sedam Husên, rewşa Kurdistana Başûr her ku diçû aramtir dibû û gelek kurdên mişext ên li Ewropayê xwe amade dikirin ku vegerin welêt. Lê belê vekişîna leşkerên amerîkî ya ji Iraqê bû sedem ku li cem kurdan tirs û fikar zêde bibin. Ew nizanin ka erebên şiî û sunnî dê rêz li mafên kurdan bigirin yan na. Hevkarê me Kamil Basergan digel wan kurdan hevpeyvîn li dar xistin, ku êdî bi fikar in û naxwazin vegerin Iraqê. Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê girêdana li jêrê bitikînin.
Hevpeyîn digel siyasetmedar Sertaç Bucak
Ji alîyekî ve destgîrkirinên doza KCKyê berdewam dikin û herroj hejmara siyasetmedar, parêzer, ronameger û akademîsyenên girtî zêde dibe, ji alîyê din de jî zimanê serkowezîrê tirk Recep Tayyîp Erdoğan a li dij partîya kurdan BDPyê tûjtir dibe. Gelo mebesta AKPyê çi ye? Di warê çareserîya pirsgirêka kurdî de AKP çiqas jidil e? Helwêsta BDPyê ya di vî warî de çiqas ser dikeve? Kurd ji BDPyê li benda çi ne? Siyasetmedar Sertaç Bucak merheleya pirsgirêka kurdî ya li Tirkîyeyê dinirxîne û bersiva van pirsan dide. Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê girêdana li jêrê bitikînin.
Portreya listîkvan Haydar Zorlu
Haydar Zorlu listîkvanekî tirk e, ku li Almanyayê dijî. Şanogerê serkeftî vê dawîyê bi listîka Faust a Goethe, ku tê de hemû lehengan bi tena serê xwe dilîze, di rojevê de ye. Birêz Zorlu ji hevkara me Jomana Djoumma re serpêhatîya xwe ya listîkvanbûnê vegot. Wî herweha sedemên xwe jî vedibêje ka xwe çima hînî kurdî dike. Sedemên wî şexsî ne û digihîjin heta cîranên wî yên kurd ên dema zaroktîya wî. Ji bo guhdarî kirina vê hevpeyvînê tika ye girêdana li jêrê bitikînin.
Kuştina 35 gundîyên kurd ên ji alîyê artêşa tirk
Piştî ku firokeyên şerrî yên artêşa tirk di encama bomberaneke nêzîkî gundê Roboskî ya navçeya Qilaban a bi ser Şirnexê de 35 gundîyên kurd kuştin xwepêşandan û nîqaşên li ser vê komkujîyê hîna jî didomin. Şandeyeke ji partîya Die Linke ya Almanyayê da ku li bûyerê bikole çû Roboskîyê. Hevkarê me Kamil Basergan digel du endamên vê şandeyê, Hamîde Akbayir û Elî Atalan re hevpeyvînên telefûnî li dar xistin. Hevkara me Jomana Djoumma jî bîr û fikrên sebaret bi vê mijarê tomar kirin. Ji bo guhdarî kirina van hevpeyvînan tika ye gîrêdana li jêrê bitikînin.
Schüleraustausch bê pere nabe!
Ji bo șagirtên ciwan Schüleraustausch bi her șêwe șanseke mezin e. Ew li welatekî din hem fêrî zimanekî din dibin, hem jî bi jidûrketina malbata xwe gelek tecrûbe di derbarê xwe de jî distînin. Ji bo tunebûna pere nebe asteng șagirt dikarin serî li Stipendiumeke bidin. Kamil Basergan riya wê nîsan dide.
Kurdan ji bo 'Roboskî' sîn girê da
Xebereke bextres, ku ji Sirnexê hat, kurd hem xemgîn hem jî hêrs kirin. Balafirên serrî yên artêsa tirk, ku li gor daxuyanîyên fermî bi armanca îmhakirina komeke gêrîlayên PKKyê dora gundê Roboskî ya bi ser Sirnexê ji hawayê bombebaran kir û bi sasitî 35 ciwanên vî gundî kustin, ku debara jiyana xwe bi karê qaçaxçîtiya mazotê ya di navbera bakur û basûr de dikir. Pistî vê bûyerê kurdên li tevahiya Tirkiyeyê derketin kuçe û kolanan û ji hingî ve kustina cangoriyên bêsûc protesto dikin. Nûçegihana Bernama kurdî Hatice Kamer ji Diyarbekirê li ser rewsa dawî radigihîne.
Girîngtirîn Bûyerên Sala 2011ê
Sala 2011ê ber bi dawîyê ve diçe û mêvanê bernameya me ya dawî ya îsal ji rojnameya Rûdawê, Nasreddin Akyol e. Birêz Akyol girîngtirîn rûdan û bûyerên sîyasî yên sala 2011ê ji bo guhdarên Bernameya Kurdî nirxandin.
Kuştina keçika êzdî ya li ser namûsê
Hevpevyîn digel rojnamegera kurd Düzen Tekkal sebaret bi îddîayên kuştina li ser navê namûsê. Tekkal, ku bi xwe jî kurdeke êzîdî ye, tenha rojnameger e, ku malbata wê keçika qurbanî ya 13 salî, ku ji alîyê bavê xwe ve hatibû kustin, pê re peyivîbû. Düzen Tekkal, pistperde, serpêhatî û dijwarîyên çêkirina nûçeyeke weha ji bo guhdarên Bernama Kurdî digel me par ve kirin. Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, girêdana li jêrê bitikînin.
Hevpeyvîn digel rojnameger Salihê Kevirbirî
Rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî, ku li Stenbolê dijî, bû mêvanê stûdyoya Bernama Kurdî. Kevirbirî him rojeva Tirkîyeyê, nemaze jî sîyaseta kurd a hikûmeta AKPyê nirxand û him jî derbarê kar û barên xwe de agahî dan. Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, girêdana li jêrê bitikînin.
Muxalefeta kurd a li Sûrîyeyê
Li Sûrîyeyê rojek naçe, ku mirovên bê sûc û guheh neyên kuştin. Li gor çalakvanên mafên mirovan ev çendîn roj in, ku li Sûrîyeyê gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Hevdem, muxalefeta Sûrîyeyê jî di nav xwe de tev digere û bi hev dişêwire, da ku xwe ji bo serdema piştî Beşar Esad amade bike. Di nav wan de nûnerên kurd jî hene. Hevkarê me Siruan Hadsch- Hussein li ser komên kurdan û dîtinên wan radigihîne.
Mindalakam pas poli cwar bceta ci kutabxanayak basa?
Gelek dayk u bauk nazanin bryar bo ci kutabxanayak bidan basa bo mindalakayan pas poli 4 i saratay. Aya bastra bceta Gymnasium, Gesamtschule, Realschule, Hauptschule, yaxud bo modela newka Gemeinschaftsschule? Alla Ahmad law barayawa hande zanyari ra agayane.
Projeya "Stadtteilmütter"
Elmanya di warê alîkarî û sêwirmendiya sosiyal de xwedî gelek derfetan e. Lê pir caran ew kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hene, qet haya wan ji rengîniya van îmkanan nîne. Gelek ji wan malbatên xwedî kokên ne-elman in. Ji bo ku dezgehên alîkariyê bikaribin destên xwe bigihînin van koçberan jî, Bundesagentur für Arbeit, hikumeta NRW û Diakonie ê bi hev re dest bi înîsiyatîva "Stadtteilmütter" kirin. Aalla Ahmad radigihîne.
Lêborîn ji bo komkûjiya Dêrsim
Pistî zêdetirî 70 salan cara yekemîn hikumeta Enqerê li ser navê dewletê lêborîna xwe ji bo komkujiya Dêrsimê xwest, ku di navbera salên 1936 û 1939an de bi deh hezaran Dêrsimiyan jiyana xwe ji dest dabûn. Li roja çarsemê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di vê axaftina xwe ya balkês de gelek tabûyan sikand: Wî ne tenê li sûna navê tirkî ya fermî "Tuncelî" navê kurdî "Dêrsimê" bikaranî. Serokê hikûmeta AKP herwiha ev kiriyarê xwînî bi destê dewletê weke "qetliyam" binavkir û bi vî awahî movikên kemalîzmê hejand. Gelo Dêrsimyiyên li Elmanyayê lêborînxwestina Erdogan çawa dibînin?
Nie wieder Rechtsterrorismus!
Piștî derket holê ku rêzekuștina neh dîkanvanên biyanî di hundirê deh salan de karê grûpa nijadperestên radîkal "Nationalsozialistischer Untergrund" bû, siyaseta Elmanyayê ji șokê derket û heman dest bi gotûbêjên li ser gavên pratîk kiriye. Gelo, divê dewletê çi bike, ku careke din cinayetên wiha neyin dubarekirin? Pêșniyazên ji bo bersiva vê pirsa bingehîn gelek in, lê kontrovers in jî. Bernama kurdî vê babetê ji aliyên curre-curre dișopîne.
Ser navê min nekuje!
"Benim adima öldürme-Ser navê min nekuje!" di bin vî sernavî de înîsîyatîfek bang dike, ku şerê navbera hêzên çekdar ê kurd û artêşa tirk de were rawestandin. Di bangawaziyeke de wuha tê gotin: "divê em vî şerî bidin sekinandin.. Ev trajediya ku her roj mêjî û dilê me dikoje divê em biqedînin. Em, kurd û tirk, bi hev re têkevin nav tevgerê û bi dengekî bilind biqîrin: "Benim adima öldürme-Ser navê min nekuje!"' Hevpeyvîna me bi Cemal Atîlla re, ku yek ji înîsîyatorên vê pengavê ye.
Kujerên donerciyan!
Di navbera salên 2000 û 2006 li seranserê Elmanyayê 9 kes hatibûn kuştin, ku ewna bi piranî tirk an jî kurd bûn. Ji ber ku kesên kuştî xwediyên dukanên kîoskê an jî îmbîsan bûn, di medyayê de navê cînayetan wek "Doner-Morde' lê hatibû kirin... Nuha wuha xuya dike, ku perdeya reş a li ser bûyera kuştinan hêdî hêdî radibe. Tê guman kirin, ku kujer ji tevgera neonazî ne. Li bajarê Zwîckau, ku di xaniyekî şewitî de ev dabençe hate dîtin, ku pê ev 9 mirov hatibûn kuştin. Polês di serî de jinek girt û îhtimal heye, piştre hinek kesên din jî bên girtin... Mehmet Kubaşik jî di sala 2006'an de bibû qurbanek di wan rêzecînayetan de. Ew kurd bû, ji Bazarcixê bû û bavê sê zaran bû. Apê wî Alî Kubaşik li ser girtina faîlên muhtemel wuha dibêje.
Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî
Gelê kurd akademîsyen, dîplomat û her wuha sîyasetmedarekî xwe ê girîng wunda kir. Wanli hemû jiyana xwe dabû ber doza kurd û Kurdistanê. Xewna wî serxwebûna Kurdistanê bû. Li ser mirina wî serokê herêma federal a Kurdistanê Mesud Barzanî jî peyamek şand malbata Wanli û tê de got: "Dr. Îsmet Şerîf Wanlî temenekî dîrêj jî bo tevgera Kurdistanê û gelê Kurd pêşkêş kir." Porteya Sîruan Hadsch Hosseîn li ser Prof. Dr. Îsmet Şerîf Wanlî.
"Cejna Qurbanê pîroz be!"
"Cejna Qurbanê dest pê kir. Bi taybetî zarok û mindal ji bo hatina cejnê keyfxweş dibin. Gelek aspektên cejna qurbanê hene: divê kesên imkan û derfetên wan hene qurbaneke ser jê bikin. Her wuha musulman dıçın Hecê ji. Gelo kurdên li Elmanyayê di cejna qurbanê de çi dikin?"
"Barzanî li Turkiyayê bû"
"Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî li Tirkiyayê serdanak sê rojan pêk anî. Piştî hevdîtina bi serokwezîrê tirk Erdogan re wî daxuyanî da çapemeniyê û got: "Divê rijandina xwînê were sekinandin. Em dixwazin ev pirsgirêka heyî li parlementoyê bê çareserkirin. Bila êdî xwîna ciwanên kurd û tirkan neyê rijandin." Encamên serdana Mesud Barzanî rojnameger Mamend Roja, ku digel televizyona Geli Kurdistan kar dike dinirxîne:"
Mit der neuen kostenlosen WDR RadioRecorder-Software können Sie jetzt unsere Sendung aufzeichnen, wenn Sie am Sonntag Abend nicht live zuhören können. Das geht ganz einfach über den Computer. Also: WDR RadioRecorder programmieren und die Sendung hören, wann immer Sie wollen. Hier gibt es weitere Infos zum RadioRecorder. [mehr]
Jetzt im Programm
02.00 bis 06.00 Uhr
Die Nacht
Team
Alle Teammitglieder der Sendung Bernama Kurdi finden Sie hier. [mehr]