Live hören
Jetzt läuft: Drop it like it's hot von Snoop Dogg feat. Pharrell

Krîza Îsraîl û Hamasê COSMO Kurdî 10.11.2023 30:25 Min. Verfügbar bis 09.11.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Rojhilatê Navîn dikele

Stand: 11.11.2023, 19:46 Uhr

Şerê di navbera Îsraîl û Hamas’ê dom dike. Herweha îhtîmala perçebûna Iraq’ê her ku diçe nêzîk dibe û komên terorîst, ku welatên cîran piştgiriya wan dikin, çalaktir dibin.

Von Kamil Basergan

Ausweg gesucht: Wie ist der Nahe Osten zu retten?

Vê heftê mijarên Podcast’a Cosmo Kurdî şerê di navbera Îsraîl û Hamas’ê û herweha îhtîmala perçebûna Iraq’ê û komên terorîst e.

Piştî ku Hamas a Filistînî di 7’ê meha Cotmehê bi mûşekan êrîşî Îsraîl’ê kir û bi dehan şervanên wan bi ser erdê re êrîşî şûnwarên sivîlan kir, ku di encamê bi sedan sivîl hatin kuştin û bi dehan jî hatin rehîn girtin, li herêmê pevçûneke mezin rû da.

Raya giştî ya Îsraîl’ê jî bûye du beş, ku hin ji wan piştgirî didin êrîşên Îsraîl’ê yên ser Xeza’yê hin ji wan jî rexne li hikûmeta xwe digirin. Ji aliyekî ve Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û Yekitiya Ewropî piştgirî didin Îsraîl’ê lê herweha tirs û fikarên wan jî heye, ku şer û pevçûn li tevahiya Rojhilatê Navîn berbelav bin.

Rojnamegerê ji Silêmanî Bakhtiar Muhamad him rewşa li Rojhilatê Navîn him jî pêşhateyên dawî yên li Iraq’ê û komên terorîst rave dike. Herweha çendîn rûdanên nû yên ji cihanê û Kurdistan’ê jî di podcasta me de ne.