Live hören
Jetzt läuft: Tinginio Vasara von Daddy was a Milkman

Rojava: Aboriya Civakî çi ye? COSMO Kurdî 03.11.2023 37:08 Min. Verfügbar bis 02.11.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Rojava: Aboriya civakî çi ye?

Stand: 01.11.2023, 20:35 Uhr

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin.

Von Celil Kaya

Aboriya Rojava û Neft

Heserokê beşa têkiliyên derve ya reveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya behsa dijwariyên di warê çandiniyê de dike. Bedran Çiya dibêje, herçend Bakurê Sûrî dora ji sedî 70 ya berhemên çandiniyê hildiberîne jî li herêmê ne palûkeyeke gubreyê ne jî palûkeyeke makarnayan heye. Hemû Fabrîka li herêmên navendî hatine berhev kirin. Heman rewş ji bo rafîneriyan jî derbas dibe, herçend ji sedî 80 gaz û nefta Sûrî ji herêmê derdikeve jî. Çiya dibêje, ev yek rengvedana hişmendiya navendî ya rejîma Sûrî ye. Rêveberiya Xweser bi giştî ji 7 herêman pêk tê, ku parêzgehên wekî Heleb, Hesekê, Reqqa û Dêrezorê jî digire nav xwe. Erdpîvana wê zêdeyî 60 hezar kîlometre çargoşeye û dora 4 milyon kes lê dijîn.

Rêveberiya xweser di heman demê de sîstemeke alternatîf a aboriyê jî diceribîne. Navê wê jî aboriya civakî ye.Li herêmê sîstemeke kommunan heye, ku jê re dibêjin konferalîzma demokratîk. Anku desthilatdarî ne li jorê ye lê belê ser erdê ye û hevwelatî rasterast bixwe biryaran distînin. Anku alternatîfek ji bo demokrasiya temsîlî.

Zêviya geniman

Herêm beriya şerê li Sûrî dora ji sedî 55 a dahata netewî giştî anku Gayri Safî Hasilaya Millî pêk tanî. Ji ber ku herêm dora ji sedî 60-70 zadên welêt anku genim, ceh, garis û herweha pembû, ji sedî 90’ê neft û ji sedî 35’a gaza sirûştî hildiberîne. Lê belê wekî hemû parçeyên din ên Kurdistan’ê, Rojava jî ji pêşketina sanayî bêpar hatiye hiştin û palûkeyên welêt bêhtir li nêzî Şam’ê yan jî deverên ber deryayê kom bûne.

Dora ji sedî 80’ê nefta Sûrî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî tê derxistin. Hin ji wan qadên petrolê yan ji destê Daişê hatine rizgar kirin yan jî piştî vekişîna rejîmê ketiye destê rêveberiya Xweser. Lê belê tê ragihandin, çima ku dora ji sedî 60’ê wan bîr û tesîsên neftê di şer û pevçûnan de zirar dîtine, encax ji sedî çilê wan niha çalak in. Lewma herçend beriya şerr rojane 440 hezar bermîl petrol dihat derxistin jî, ev rêje niha daketiye 135 hezar bermîlan.

Hevserokê daireya têkiliyên derve Bedran Çiya dibêje karûbarên neft û gazê bi destê şîrkete herêmî tê meşandin lê belê ew ji ber nebûna binesaziyê ew zehmetiyan dikşînin. Hevserokê daîreya têkiliyênd erve wekî din balê dikişîne ser wê yekê, ku nebûna binesaziya li herêmên wan encama siyaseta rejîma Baas’ê ye.

Bedran Çiya herweha dibêje, herçend Amerîka’yê herêmên wan ji cezayên ceaser’ê mûaf girtiye jî tu şîrketên biyanî heta niha sermayeguzariyek nekiriye. Dahata ku ji neftê tê dikeve budçeya rêveberiya xweser, dibêje hevserokê daireya têkiliyên derve Bedran Çiya.