Live hören
L'Impératrice - Me Da Igual

Li Dêrê Zorê çi diqewime? COSMO Kurdî 08.09.2023 36:29 Min. Verfügbar bis 07.09.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Li Dêrê Zorê çi diqewime?

Stand: 07.09.2023, 17:00 Uhr

Ji 27’ê Tebaxê û vir ve li Dêrê Zorê hin alozî û pevçûn rûdidin û li hember vê yekê bi piştgiriya Koalisyona Navnetewî operasyona Hêzên Sûriya Demokratîk jî berdewam e. Rêveberiya Xweser hişyarî dide, ku hêzên derve hewlê didin li herêmê şerekî di navbera pêkhateyên Kurd û Ereban de bidin dest pê kirin. Hevdem Tirkiye jî bi awayekî hevdemî li êrîşî Til Temir û Minbic’ê dike. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him rewla dawî him jî mebest û armancên rejîm, Îran, Rûsya û yên Tirkiye’yê dipeyivin.

Von Celil Kaya

Washington spielt mit Kurden | Washington Kürtler ile oynuyor

Ji 27’ê Tebax’ê û vir ve, piştî destgîrkirina serokê Meclîsa Leşikerî ya Dêrê Zorê, di navbera hin eşîran û Hêzên Sûriya Demokratîk de alozî u pevçûn derketin. HSD’ê jî dest bi operayonekê kiribû. Mazlûm Abdî di hevpeyvîna xwe ya digel Ronahî TV’de pêdiviya destpêkirina operasyonên li Dêrê Zorê weha rave kir û got, demsaziya vê operasyonê di cih de bû. Mazlûm Abdî herweha diyar kir, ku operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hatiye dest pê kirin û kesên wekî Ebû Xewle jî him ji ber gilî û gazinên xelkê herêmê û him jî ji ber peywendiyên wan ên digel hêzên derve yên wekî rejîmê û Îran’ê hatine girtin:

Fermandarê HSD’ê Abdî wekî din balkişand ser wê yekê, ku di serî de Tirkiye û çekdarên îslamî yên bi ser wê ve bi nûçeyên derew li ser torên civakî dest bi propagandayekê kirine.

Helbet ev ne yekem car e, ku rejîma Şam’ê hewlê dide di navbera pêkhateyên Ereb û Hêzên Sûriya Demokratîk de aloziyan derxe. Hewldaneke bi vî rengî beriya çend salan li Qamişlo jî rûdabû.

Amuda: Ein Soldat der Kurdenmiliz YPG schaut aus einem Militärfahrzeug, während er eine Waffe über der Schulter hält

Vê carê li Dêrê Zorê. Dêrê Zor, ku pirraniya xelkê wê ereb in, di 2014’an de ketibû destê Daişê. Bajar di Adara 2017’an de ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatibû rizgar kirin û ji 2019’an ve ji aliyê Meclîsên Sivîl û Leşkerî ve tê bi rê ve birin.

Hêzên Sûriya Demokratîk di 27’ê Tebaxê de ji ber sûcên gendelî, dizî, tadekirina ser xelkê û destdirêjî û herweha hevkariya digel rejîmê hevserokê Meclîsa Leşkerî Ebû Xewle destgîr kir. Li ser wê yekê hin aligirê Ebû Xewle êrîş birin ser bingehên HSD’ê. Di pevçûnan de 11 ji wan endamên QSD’ê dora 50 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Pentagon: Hevkariya me ya digel HSD berdewam e

HSD’ê ragihand wan operasyoneke xurtkirina ewlehiyê didin dest pê kirin û koalisyona navnetewî, ku Amerîkî serkêşiya wê dike, piştgiriya wan dikin. Hêjayî gotinê ye, Amerîkî bi tenê piştgiriya çek û cebilxaneyan nadin HSD’ê, hevdem 900 leşkerên Amerîkî jî li Rojhilatê Sûrî li ser erdê ne. Pentagon’ê jî ragihand, ewê hevkariya wan a digel HSD’ê ya ji bo têkbirina Daiş’ê her berdewam be.

Hat ragihandin, piştî ku bajarokên Şihêl û El Besêra careke din ketine bin kontrola HSD’ê, ya dawî bajarokê Zîban jî hatiye kontrol kirin.

 Ilham Ahmad, Ko-Vorsitzende des politischen Arms der Syrischen Demokratischen Kräfte (SDF)

Rejîm dixwaze şerê Kurd û Ereban bide dest pê kirin

Hevseroka Meclîsa Demokratîk ya Sûrîyê Îlham Ahmed jî dîyar kir ku Îran û rejîma Esadê dixwazin di navbera pêkhateyên Ereb û Kurdan de pevçûneke nijadî derxin. Îlham Ehmed herweha got, armanca Rejîm û Îran’ê ew e ku hêzên Amerîkî neçar bihêlin ku ew ji herêmê derkevin. Berdevkê HSD’ê Ferhad Şamî jî dîyar kir ku çekdarên ku ji rojavayê Firat’ê hatine, girêdayî Şamê ne û şervanên Ereb ên xwecîhî di pevçûnan de beşdar nebûne.

Mebest vekişîna Amerîka ya ji Sûrî ye

Tirkiye’yê vê dawiyê hewlê dabû têkiliyên xwe yên digel Şam’ê asayî bike lê belê Esad tenê şertek danîbû pêşiya Tirkî. Anku vekişîne ji axa Sûrî.  Wezîrê Derve yê Sûrîyê Faysal Meqdad jî demek berê di dema serdana xwe ya Îranê de gotibû ku hêzên Amerîkî divê ji welêt derkevin. Pispor dibêjin, vekişîna Amerîkiyan a ji Sûrî ewê bi kêrrî Îran, Rûsya û Rejîma Esad were û Tirkiye vê yekê dikare ji bo berfirehkirina herêmên dagirkirî bi kar bîne.

Tirkiye êrîşî Minbic’ê dike

Jixwe ji destpêka aloziyên li Dêra Zorê û vir ve, dewleta Tirk bi tundî êrîşî der û dora Minbic, Til Temir û Eyn Îsayê dike, ku di encamê de hin zarok jî tê de çendîn kesên sivîl hatine kuştin. Hevdem Heyet Tehrîr El Şam (bi navê xwe yê berê Cephet’ul Nûsra), ku li Idlib’ê ye, ew jî derbasî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiye’yê de bûne û êrîşî Minbic’ê dike. Hat ragihandin di encama pevçûnan de herî kêm 4 endamên asayişê jiyana xwe ji dest dane. Hevdem, hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel jî di encama suîqaseteke bombeyî de jiyana xwe ji dest da.