Îran êrîşî Hewlêr û Sûrî dike COSMO Kurdî 19.01.2024 27:06 Min. Verfügbar bis 18.01.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Komara Îslamî êrîşî Hewlêr’ê kir

Stand: 19.01.2024, 10:57 Uhr

Hefteya buhurî Pasdarên Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Di êrîşên Hewlêr'ê de çendîn sivîl bûn qurbanî.

Von Kamil Basergan

Bombenanschläge in Erbil

Di 15 mehê de Hêzên Pasdaran ên Komara Îslamî ya Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Pasdaran bi sê daxuyaniyên nakok berspirsiyariya wan êrîşan hilgirt ser xwe.

Di wan daxuyaniyan de hat ragihandin, ku mebesta wan êrîşan, wekî gotara fermî ya Komara Îslamî, di serî de Îsraîl û hêzên derve, herweha komên terorîst ên Daiş’ê bûn.

Em jî di vê podcasta xwe de ji Başûrê Kurdistan’ê bi rojnameger Bakhtiat Mohammed dipeyivin û mebest û armancên rasteqîn ên wan êrîşan rave dikin. Herweha gelo pêkan e, ku Îran berdewamî bide wan êrîşan?