Live hören
WDRcosmo - COSMO mit Claudia D'Avino

HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî COSMO Kurdî 08.03.2024 33:31 Min. Verfügbar bis 08.03.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

HRW: Tirkiye li Rojava sûcên şerrî dike

Stand: 08.03.2024, 16:58 Uhr

Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.

Von Celil Kaya

Ein Panzer Leopard der türkischen Armee ist am 21.01.2018 in der Provinz Hatay, Türkei, auf dem Weg nach Afrin in Syrien.

Rojava: Tirkiye li binesaziya sivîl dixe

Wezîrê derve yê Tirkiye’yê Hîkmet Fîdan di meha cotmehê de ragihandibû, ku hemû binesazî û bingehên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hedefên wan ên xwedêgiravî meşrû ne. Ji xwe piştî van gotinan Tirkiye’yê êrîşî binsaziya sivîl a li Rojavayê Kurdistan’ê kir. Wê demê Dezgeha Çavdêriya Mafên Mirovan HRW raporeke xwe de ragihandibû, ku di navbera 5 heta 10’ê cotmehê de, di encama êrîşên Tirkiye’yê de herî kêm 18 îstasyonên avê û 11 santralên elektrîkê hatine bombebaran kirin û van êrîşan jiyana dora 4,5 milyon hevwelatiyan xistiye astengiyê. Dezgehê herweha bang li Tirkiye’yê jî kiribû, ku li gor huqûq şerrî nabe ku Tirkiye êrîşî binesaziyê bike, ku ji bo jiyana xelkê herêmê hewce ye.

Helbet ev ne yekem êrîş bûn li dij binesaziya sivîl a li Rojavayê Kurdistanê. Tirkiye’yê, ku vê carê êrîşa li Enqere’yê ji xwe re kiribû hincet, berê jî di mijdara 2022’an û îlona 2023’an de jî binesaziya herêmê hedef girtibû.

Flüchtlinge sitzen mit Gepäck auf einem offenen Lastwagen auf einer Straße im Nord-Osten von Afrin

HRW: Tirkiye dibe şirîkê sûcên şerrî

Hefteya buhurî Dezgeha Çavdêriya Mafên Mirovan HRW raporeke berfireh a di derbarê êrîşên Tirkiye’yê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de weşand. Dezgehê di rapora xwe de got, dema ku raya giştî ya cîhanî bi şerê Xezza’yê mijûl e, Tirkiye’yê jî êrîşên xwe yên ser Rojava dijwartir kirin. Dezgehê herweha rexne li Tirkiye’yê girt, ku çima di êrîşên esmanî û drohnan de binesaziya xelkê herêmê hedef digire û got, êrîşên ser binsesaziya sivîl sûcekî şerrî ye.

Rapor wekî din balê dikişîne ser wê yekê, ku Tirkiye îstasyonên av û elektrîkê û herweha tesîsên neftê bombebaran kirine û ji ber wan êrîşan nexweşxane, nanpêjxane û dibistan nikarîne xizmetê bidin xelkê herêmê. Hêjayî gotinê ye, Rêveberiya Xweser jî ragihand, ji ber êrîşên Tirkiye’yê 800 hezar şagirdên dibistanan ji perwedehiyê bêpar mane.

HRW herweha dibêje, ji ber binpêkirin û sûcên şerrî yên pêkan ên li herêmên dagirkirî berpirsiyar e, ku ji aliyê hêzên wê yan jî çekdarên îslamî ve tên kirin, ku Tirkiye piştgiriya wan dike. Rapor dibêje "Karbidestên Tirk ne tenê temaşevanên binpêkirinan in, lê wekî dewleta dagîrker berpirsiyar in û di hin rewşan de rasterast tevlî tawanên şer ên eşkere li devera ku ew jê re dibêjin "herêma ewle" bûne."

Rapor herweha nalê dikişîne piştgiriya Tirkiye'yê ya ji bo çekdarên îslamî: "Tirkiye bi rêya hêzên xwe yên çekdar û dezgehên xwe yên îstixbaratê, him kontrol û him jî rasterast çavdêriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wê. Tirkiye herweha kontrola rêvebirina herêmên dagirkirî bi rêya parêzgehên Tirkiyê yên li ser sînorê Sûriyê pêk tîne."

Dienstschild der Bundesanwaltschaft

Efrîn: Giliya li cem Dozgeriya Federal

Di Adara 2018’an de artêşa Tirk û çeteyên îslamî ku Tirkiye piştgiriya wan bajarê Kurdan Afrîn dagir kir. Erîşên Tirkiye’yê, ku dora mehan berdewam kirin, bi êrîşên esmanî destpêkiribûn û paşê hêzên bejayî ketibûn nav bajêr.

Piştî dagirkirina Efrîn’ê ji sedî 80’ê xelkê bajêr reviyan û erd, zêvî, dar û malikên wan ketin destê çeteyên îslamî. Ew çeteyên ku berê jî di çendîn sûcan de beşdar bûne, ji hingî ve ji bo fîdyeyê xelkê direvîne, dikuje, îşkence dike û destdirêjiya ser jinan dike. Herweha mal û milkê xelkê jî talan dike. Tirkiye’yê jî bi hezaran penaberên Ereb ên Sûrî, ku li Tirkiye’yê bûn, li Efrîn’ê bi cih kirin.

Serê îsal du rêxistinên mafên mirovan, ECCHR û STJ, tevî şeş kesên ji Efrîn’ê, ku bûne mexdûrên wê zilmê, serî li Dogeriya Federal da û di derbarê Artêşa Azad a Sûrî, bi taybetî jî Ketibeyên Al Hamza, Ahrar al Shaqiye,Siltan Mûrad û Silêman şah de gilî kir.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2002’an de Almanya’yê prensîba selahiyeta gerdûnî ya dadwerî qebûl kir. Anku Almanya dikare, hemû binpêkirinên mafên mirovan, sûcên şerrî û sûcên li dij mirovahiyê, li ku derê cîhanê pêk hatibe bila be dikare mehkeme bike. Di vê çarçoveyê de. Di 2022’an de efserekî artêşa Sûrî ji ber îşkenceyên li girtîgeha el Xetîb cezayê muebbetê xwaribû.