Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dike COSMO Kurdî 26.04.2024 25:14 Min. Verfügbar bis 26.04.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Erdoğan çû Bexdad û Hewlêr'ê

Stand: 28.04.2024, 11:36 Uhr

Serokkomarê Tirk Erdoğan û şandeya pê re vê heftê piştî Bexdad’ê seredana peytextê Herêma Kurdistan’ê jî kir. Ev bû yekem seredana Iraq’ê ya Erdoğan piştî 13 salan. Di hevdîtinan de yek mijarên sereke ewlekarî û şerê dij PKK’ê bû.

Von Kamil Basergan

Nêçîrvan Barzanî li Hêwlêr'ê pêşwaziya Erdoğan dike

Serokkomarê Herêma Kurdistan’ê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî li balafirgeha Hewlêr’ê pêşwaziya Erdoğan kirin. Hate ragihandin, ku herdu alî li ser wê yekê li hev kirine, ku bazirganî û sermayeguzariya di navbera her du aliyan were pê xistin û aloziyên di navbera Bexdad û Hewlêr’ê divê li ser esasên destûrê werin muzakere û çareser kirin.

Hevdîtina Erdoğan û Hakan Fidan digel Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî li Hêwlêr'ê

Em jî vê heftê ji Parlamentoya Kurdistan’ê digel Dr. Majid Salih seredana Erdoğan a Bexdad û Hewlêr’ê dinirxînin.