Live hören
Jetzt läuft: Love$ick von Bacao Rhythm & Steel Band

34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî COSMO Kurdî 22.09.2023 40:45 Min. Verfügbar bis 21.09.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

34 Guleyên polîsan ser xortekî 19 salî

Stand: 20.09.2023, 16:33 Uhr

Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr dibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc e. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîla Bilal G. dike, him li ser hûrgiliyên bûyerê û him jî li ser qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin.

Von Celil Kaya

Beamte der Spurensicherung ermitteln, nachdem Polizisten auf einen flüchtenden Autofahrer geschossen haben (03.06.2023).

Di 3'ê Hezîran'ê de çi qewimî?

Bilal G. xortekî 19 salî ye. Ehliyeta wî ya şofêriyê tuneye lê belê di 3’ê Hezîranê de radibe, erebeya malbata xwe diajo. Serê sibê dora saet 4 û nîvan de polîs dixwazin wî bidin sekinandin, çima ku farên wî anku lempeyên pêşiyê yên erebê ne vêxistî ne. Lê Bilal ditirse ku serê wî bikeve belayê û gaz dide direve. Polîs jî li pey wî.

Di wê keliyê de di destê polîsan de tu agahiyek nîne. Tenê dizanin, erebe li ser malbateke Mexrîbî qeydkirî ye û ser dîreksiyonê xortekî esmer heye.

Heta erebeyek têrê nake, polîs gazî taqwiye dikin û di encamê de Bilal li pêşiyê, 6 erebeyên polîsan li dû, dora 15-20 km diçin û digihîjin Bad Salzuflen. Li wê derê Bilal ereba xwe diajo kuçeyekê lê kuçe kor e anku Sackgasse ye û li wir asê dimîne. Lê dîsa jî hewlê dide ereba xwe bizivirîne lê vê carê berepaşkî li erebeyeke polîsan dixe. Di wê kêliyê de gullebarana polîsan dest pê dike. 6 polîs, herî kêm 34 gulle berdidin ber bi ereba ku Bilal tê de ye. 30 ji wan gulleyan li erebê îsabet dikin. 6 ji wan li bedena Bilal dikevin. Herî kêm gulleyek jî li deriyê xeraja malekê dikeve û li ser peyarê jî qulikên gulleyan hene. Û herweha gulleyek ku bi cihekî dikeve, ji wir vedigere û li piyê polîsekî dikeve.

Parêzer Roj Khalaf

Pirsgirêk ne polîsên ciwan in

Hin polîs dibêjin, pirsgirêk di wir de ye, ku polîsên ku di bûyerê de beşdar bûne hemû hîna pirr ciwan in û tecrûbeya wan nîne. Diviya polîsekî temenmezin bi wan re bûna. Lê belê ji sendîkaya polîsan Patrick Schlüter weha nafikire. Ji sendîkaya polîsan Schlüter dibêje, ciwanbûna polîsan ne hincet e û berevajî wê yekê, wan polîsan perwerdehiya xwe hîna nû temam kirine û diviya di warê bi kar anîna çekan û bi taybetî jî teqandina zêdeyî 30 fîşengan hişyartir tevbigeriyana.

Lêpirsîna dij polîsan

Bi giştî di derbarê 13 polîsan de, ku di bûyerê de beşdar bûbûn, lêpirsîneke navxweyî hat dest pê kirin. Hat ragihandin, 6 polîsên ku gulle berdabûn mafê xwe yê bêdengmayînê bi kar tînin. Anku di derbarê wê yekê de, ka wan çima ew qas gulle berdane heta niha îfadeyek nîne. Ka di dawiyê di derbarê polîsan de dozeke dadgehê were vekirin hîna ne zelal e.

Bilal G. bi qesta kuştina polîsan tê tawanbar kirin

Hevdem, polîsan di derbarê Bilal G. De jî gilî kir. Tê îddîa kirin, ku Bilal G. bi qesta kuştinê erebeya xwe bi ser polîsan de ajotiye, ku ji ber vê yekê polîsan teqe kiriye.

Di parlamentoya Eyaletê ya NRW’ê de jî di meha Hezîranê de rûniştineke taybet a ser vê bûyerê bi rê ve çû. Berdevka siyaseta navxweyî ya SPD Christina Kampmann ji îddiaya polîsan bi şik e. Parlamentera SPD’yî dibêje, ew jî dipirsin ka çawa bû, ku zêdeyî 30 gulleyan hatine teqandin û ew nizanin ka hawê ku polîs dibêjin, wî xortê 19 salî di mesafeyeke ewqas kurt de, dikarî bigihîje wê lezê, ku bikaribe bi erebeya xwe polîsan bikuje. Di vî warî de divê pisporek raporekê amade bike.

Niştecihê wê kuçeya cihê bûyerê Jakob Reimer jî îddîaya polîsan hêjayî qebûl kirinê nabîne. Jakop Reimer piştî ku bihistiye, ku polîs gotine Bilal G. xwestiye wan bikuje, rabûye, cihê bûyerê pîvaye. Ew dibêje, mesafeya di navbera polîsan û Bilal G. de di navbera 5 heta 8 mîtroyan bû lewma ne mumkin e, ku Bilal G. di 8 metroyan de bikaribe bigihîje lezeke weha mezin ku bikaribe polîsan bikuje.

Mouhamed Dramé: Tausende Demonstranten fordern Gerechtigkeit

Bûyerên bi vî rengî ne nû ne: Kuştina Mouhamed Dramé yê 16 salî

Helbet bûyera li Bad Salzufeln ne yekem bûyera bi vî rengî ye, bi taybetî jî li NRW’ê. Di Tebaxa 2022’an li Dortmund’ê penaberekî 16 salî Muhammed Drame dîsa bi çekê polîsan hatibû kuştin. Muhammed’ê Senegalî li Dortmund’ê kêr di destê wî de li ser peya rê rûdinê û tê gûman kirin, ku dixwest zirarê bide xwe. Şahid dibêjin, Muhammed ne agrasîf bû û tu gef li kesekî nexwaribû.

Lê paşê polîs tên, yekser jê dixwazin kêra xwe deyne. Muhammed hawê wan nake. Îcar polîs pêşî gaza rondikrêj diavêjin ser rûyê wî heta şûşa gazê li ser rûyê wî vala dikin. Muhammed radibe ser xwe, pêşî Taser bi kar tînin û di taliyê de, polîsekî bi çeka xwe ya otomatîk 5 gulleyan berdide ser sîng û serê Muhammed. Anku bi qesta kuştinê teqe dike, dibêje dozgeriya Dortmund’ê.

Polîsê ku Muhammed kuştibû, niha ji ber kuştinê tê darizandin. Di derbarê 3 polîsan de ji ber ku Taser bi kar anîne, ji ber birîndarkirinê doz hat vekirin. Herweha efserê polîsan, ku fermana bi kar anîna gaza rondikrêj û Taser daye, ew jî tê darizandin. Dozgerî dibêje, di mudaxaleya polîsan de, nispet esas e. Anku di rrewşeke weha de, ku Muhammed êrîşî kesî nekiribû, hetta bi kar anîna gaz û taser jî, zêdegavî bûn.

Li gor amarên ku ji Zanîngeha Goethe ya Frankfurt’ê Kriminolog Tobias Singelstein radigihîne, rêje gelek kêm e. Lewma ev doz serkeftinek e. Kriminlogê ji Frankfurt’ê dibêje, salane dora 2000 bûyerên bi vî rengî hene, ku polîs ji ber bi kar anîna şîddeta derveyî sînorên qanûnî tên gilî kirin lê belê di taliyê de bi tenê ji sed 2 yên wan gilîyan dibe doz û diçe ber dadgehekê.

Qanûna Wezîfe û Selahiyeta Polîsan

Piştî bûyera Bilal G. jî nîqaşeke din a ser qanûna wezîfe û selahatiye polîsan jî dest pê kir. Bi taybetî di warê kamerayên polîsan de. Body cam anku kamerayên ser bedena polîsan û Dash cam anku kamerayên li pêşiya erebeyên polîsan hene. Lê yek ji wan jî wê şevê, di wê saetê de aktîf nebûn. Qanûn polîsan mecbûr nake, ku kamerayên xwe vêxin. Îcar ev pirs tê bîra herkesî, heger ne mecbûrî be, kamera çima hene? Û polîs bi tenê di wan rewşan de, ku bi kêrrî wan tê, kamerayan vêdixin, da ku xwe biparêzin? Lê ka parastina hevwelatiyên asayî?

Parlamenterê FDP’yî Marc Lürbke jî di vî warî de bi taybetî rexne li wezareta navxweyî digire. Parlamenterê FPD’yî daxwaz ji wezîrê navxweyî dike, ku ji bo vêxistina kamerayan qaîdeyên zelal deyne û herweha pêşniyar dike, ku di her haletekê de, ku polîs çek bi kar tînin, kamera otomatîk bikevin dewrê. Pispor dibêjin ev yek ji aliyê teknîkî ve pêkan de. Ji sendîkaya polîsan Patrick Schlüter jî heman daxwazê dubare dike.