Hemîd Badirxan û Konferansa Badirxan. COSMO Kurdî . 18.08.2023. 33:37 Min.. Verfügbar bis 17.08.2028. COSMO.
ÇAND Û HUNER
Çanda Kurdî û Mala Bedîrxaniyan
Stand: 08.08.2023, 11:55 Uhr
Malbata Bedîrxaniyan ji bo ziman û çanda Kurdî girîng in. Miqdat Bedîrxan yekem rojnameya Kurdî derxist û zimanzan Celadet Bedîrxan jî wekî bavê Kurmanciya nûjen tê nas kirin.
Von Kamil Basergan
Mala Bedîrxaniyan di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng in. Mîrîtiya Botan jî him ji ber berxwedana xwe ya li hember Osmaniyan tê pesndayîn lê herweha ji ber komkujiyên ser Nastûrî û Êzîdiyan jî gelek tê tawanbar kirin.
Lê belê bêgûman nifşa nû ya Bedîrxaniyan ji bo ziman û çanda Kurdî xizmeteke mezin kirine. Miqdat Bedirxan di sala 1898’an de li Qahireyê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Kurdistan derxist û lewma wekî damezinêrê rojnamegeriya Kurdî tê pênase kirin. Celadet Bedîrxan bi xebatên xwe yên alfabeya Latînî û rêzimana Kurmancî wekî bavê Kurmanciya nûjen tê nas kirin. Herweha Celadet û birayê wî Kamûran Bedirxan yekemîn kovara Kurdî ya bi tîpên Latînî Hawar jî bi hev re derdixistin.
Nivîskar, rojnameger Hameed Abubakr Badirkhan (Hemîn Ebûbekir Bedîrxan) jî ji vê malbatê ye û li rêvebirê Akademiya Berdirxaniyan a ji bo rojnamegerî û lêkolînên çandî ye. Hêjayî gotinê ye, 16’emîn Festîvala Bedîrxaniyan tevî hevkariya Federasyona Kurdên Fînlandiya’yê di 26’ê Tebaxê de li paytext Helsînki’yê tê li dar xistin. Hemîd Bedîrxan jî di vê xelekê de behsa Akademiya Bedîrxaniyan û herweha kar û xebatên xwe yên şexsî dike.